a photo of Şeyda

Şeyda

Gava baran

Gava baran dibare Ji bîra min ax tu nare Belbelîskên ser avê Şahiyên kurt û hare Di nav ewrên gewr û reş Gewr û reş Ez te dibînim heyvek geş Ba û bahoz dibarin Talan dikin rojên xweş #instrumental Li bin mijên sibehan Gul nû dibin ji rehan Lê tu gulek xemgîne Di zindana gunehan de Gava dilop hatin xwar Hatin xwar Li hêviya bo buhar Hat bîra min hêsra te Ew nalîn û ew hewar #instrumental Kesk û sor va zîvirîn Mûmên şevê vemirîn Gelek roj û meh û sal Li xerîbiyê buhirîn Kesk û sor va zîvirîn Zîvirîn Şemalên dilê min vemirîn Gelek roj û meh û sal Weke xewinan buhirîn

Bêjebêje © 2015-2024