Şivan Perwer
Ban dikim te Ruhayê Diyarbekir pir deng dayê
By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor
*Peyv*
Êdî bes e, rabe ji xew
Xortê hêja, keça bedew
Tenê maye tu raketî
Xebata te bi paş ketî
Rohilatî pir bilind bûn
Xelkê cîhan tev şiyar bûn
*Stran*
Tenê maye tu raketî
Lê xebata te bi paş ketî
Tenê maye tu raketî
Lê xebata te bi paş ketî
Rohilatî pir bilind bûn
Xelkê cîhan, tev şiyar bûn
Rohilatî pir bilind bûn
Xelkê cîhan, tev şiyar bûn
Kurdino rabin ji xewê, lo
Merdino rabin ji xewê!
Ez pir rind im, li benda we me
Lo gula sor im, li hêviya we me
Ez pir rind im, li benda we me
Lo Kurdistan im, li hêviya we me
Rêya we bû ronahî, dîsa kor in nabînin
Rêya we bû ronahî, dîsa kor in nabînin
Kurdino rabin ji xewê, lo
Merdino rabin ji xewê!
Bang dikim te, Ruhayê lê
Diyarbekir pir deng dayê
Bang dikim te, Ûrfayê lê
Diyarbekir pir deng dayê
Bitlîs û Mûş, Hekarî, Wan
Hilgirtine barê giran
Bitlîs û Mûş, Hekarî, Wan
Hilgirtine barê giran
Kurdino rabin ji xewê, lo
Merdino rabin ji xewê!
Ez Şivan im, hêvîdar im
Lo bi qîrîn û bi hawar im
Ez Şivan im, hêvîdar im
Lo bi qîrîn û bi hawar im
Ev bû bîst û sê salê min
Dikim gazî û dinalim
Dibê bîst û çar salê min
Dikim gazî û dinalim
Kurdino rabin ji xewê, lo
Merdino rabin ji xewê!