a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Dayê Ez Xezal im

Îşev xewka min nayê oy oy oy… Ez hêsîr im, ez biçûk im, ez reben im, ez pepûk im lê dayê Dayê xewka min nayê lê lê… le dayê Lê dayê lê dayê lê dayê xewka min nayê Bighê min mirad li vê dinê Ez delal im, ez xezal im, ez melûl im, ez hez dikim lê dayê Dayê heyran min bidinê lê lê… Bavo ez heyrana te me loy loy… Ez gune me, ez gede me, bêçare me Benda te me, li ber mirazê xwe me Li ber mirazê xwe me loy loy… lo bavo Lo bavo, lo bavo, li benda şora te me Dil û cegera te me Ez delal im, ez xezal im, ez melûl im, jê hez dikim lo bavo Bavo heyran min bidinê lo lo lo bavo… Keko ez xwişka te me oy oy… Min xezalê, min delalê, min bidinê Naxwazim kesî dinê Naxwazim kesî dinê oy oy… oy keko Lo keko li darê dinê Xwişka te me bi tenê Hawar cîrano rabin oy oy… Yê dixwazim min nadinê Yê naxwazim min didinê, didinê Xelas bikin ji vê zilmê oy oy… gundîno Xelas bikin ji vê belê oy oy … malîno Gotin û Muzîk: Gelêrî

Bêjebêje © 2015-2024