a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Em Ne Xwînî Ne

Lê lê dayê destê xwe ji çek û rextê xwe bernadim Bira tu zanibe heger can û ruhê xwe jî bi ser bidim Dayê welat bindest e vê dozê nikarim tu car berdim Ax de menal menal lê dayîkê, de menal menal lê dayîkê Reşa xwe deyne lê xwe hîn ke, dema me nîne ji bo şînê ax.. Gelî heval û hogiran hûnê bi zilgit û lîlan laşê me rakin Ala rengîn bi ser me da kin, gulek sor bi ber serê me de çakin Ax de menal menal lê dayîkê, de menal menal lê dayîkê Reşa xwe deyne lê xwe hîn ke, dema me nîne ji bo şînê ax.. Heyran hunê herin bi hev re doza xwe tev berdewam kin Bes e bêjin hun pêşmergo em te ji bîr nakin, em sond dixwin te dilşad kin Ax de menal menal lê dayîkê de menal menal lê dayîkê Reşa xwe deyne lê xwe hîn ke, dema me nîne ji bo şînê ax…

Bêjebêje © 2015-2024