a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Gelê kurd li Ewrûpa

** peyv ** Roja te xweş be Ey şivanê doza min Tu jî tim dil xweş be Ey xortê dil birînê min Çend gotinê min ji we re hene birayê min Li ser sera, li ser çava, bêje ** stran ** Va ji Kurdistanê ez têm, gelê xort û keçê rind Min silavê dê û bava bo we anîne ji gund Va ji Kurdistanê ez têm, gelê xort û keçê rind Min silavê dê û bava bo we anîne ji gund Dibêjin me hun şiyandin bo dibistanê bilind Da bixwînin bo welat xwe bibin çira û find Dibêjin me hun şiyandin bo dibistanê bilind Da bixwînin bo welat xwe bibin çira û find Bibine çira û find Bibine çira û find De şiyar bin, de şiyar bin, de şiyar bin Bibine çira û find Ji hemî gelî xortê li dibistanê bilind dixwînin Ew silavên dê û bava li ser ser û çavê me hat Li dibistanan dixwînin, fêhm dikin doza welat Ew silavên dê û bava li ser ser û çavê me hat Li dibistanan dixwînin, fêhm dikin doza welat Ji bo Kurdistana rengîn em dikin cihd û xebat Ta ku Kurdê me yî hêja bibînê roja felat Ji bo Kurdistana rengîn em dikin cihd û xebat Ta ku Kurdê me yî hêja bibînê roja felat Bibînê roja felat Em şiyarin, em şiyarin, em şiyarin Bibînê roja felat Hun tev hêja û delal in, ji bo me pir bi qîmet in Barê we barê giran e, rêçenasê milet in Hun tev hêja û delal in, ji bo me pir bi qîmet in Barê we barê giran e, rêçenasê milet in Gelekî xwe biparêzin li neyar bê mirwet in Ne xwîn germ bin, ser şiyar bin, çavêrê yê furset in Gelekî xwe biparêzin li neyar bê mirwet in Ne xwîn germ bin, ser şiyar bin, çavêrê yê furset in Çavêrê yê furset in Çavêrê yê furset in De şiyar bin, de şiyar bin, de şiyar bin Çavêrê yê furset in Yara me ye keçek delal e, navê wê ye Gulîstan Bi girîn û hustu xwarî, çavê li me xortê ciwan Yara me ye keçek delal e, navê wê ye Kurdistan Bi girîn û hustu xwarî, çavê li me xortê ciwan Em ji wê qet nagerin, ger em bidin tev ruh û can Gelekî dil xweş û şadin, em bi vî barê giran Em ji wê qet nagerin, ger em bidin tev ruh û can Gelekî dil xweş û şadin, em bi vî barê giran Em bi vî barê giran Em şiyarin, em şiyarin, em şiyarin Em bi vî barê giran Xortê Kurdan, li Ewrûpa, doza me bi pêş ve dibin Va şiyar e, miletê Kurd, keç û xort û mêr û jin Xortê Kurdan, li Ewrûpa, doza me bi pêş ve dibin Va şiyar e, miletê Kurd, keç û xort û mêr û jin Ji bo azadiya Kurdan ruh û canê xwe didin Dilbirîn, heyran e bo te, ey şivanê doza min Ji bo azadiya Kurdan ruh û canê xwe didin Dilbirîn, heyran e bo te, ey şivanê doza min Ey şivanê doza min Ey şivanê doza min De şiyar bin, de şiyar bin, de şiyar bin Ey şivanê doza min Em hemî xortê Kurdan e, çi biçûk û çi mezin Em ji bo azadîya xwe, li her welatî zêde di bin Em hemî xortê Kurdan e, çi biçûk û çi mezin Em ji bo azadîya xwe, li her welatî zêde di bin Namûsa me gula me ye, ne dewar û ne pez in Hem bi saz û hem bi qêrîn ji bo doza xwe bi lez in Namûsa me, miletê Kurd, ne dewar û ne pez in Hem bi saz û hem bi qêrîn ji bo doza xwe bi lez in Ji bo doza xwe bi lez in Em şiyarin, em şiyarin, em şiyarin Ji bo doza xwe bi lez in Tu şivanê doza kurda xortekî jîr û çeleng Tu hevala jî şiyar ke hem bi saz û hem bi deng Tu şivanê doza kurda xortekî jîr û çeleng Tu hevala jî şiyar ke hem bi saz û hem bi deng Tevde rabin wek bira bin li gelê me bû ye dereng Bela dujmin xweş bizanin, natirsin ji top û tiveng Tevde rabin wek bira bin li gelê me bû ye dereng Bela dujmin xweş bizanin, natirsin ji top û tiveng Natirsin ji top û tiveng Natirsin ji top û tiveng De şiyar bin, de şiyar bin, de şiyar bin Natirsin ji top û tiveng Wan neyara heya îro goşt û laşê me dixwar Şîret û şorê dê û bava, em hemî kirin şiyar Wan neyara heya îro goşt û laşê me dixwar Şîret û şorê dê û bava, em hemî kirin şiyar Em dizanin ku dereng e, lew dixwînin li nav neyar Şivan ji we bi sipas e, ey Dilbirîn, hem dost û yar Dilbirîn, hem dost û yar Dilbirîn, hem dost û yar Em şiyarin, em şiyarin, em şiyarin Dilbirîn, hem dost û yar

Bêjebêje © 2015-2024