a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Hoy Nazê

* * * peyv * * * Hoy Nazê Naziya li min neke Mala min xerab neke Dilê xwe ji min re veke Nazê, ya dilê xwe bêje * * * stran * * * Hoy Nazê, Nazê Hoy Nazê, gerdengazê Ji êvar de li benda te me Şev sar e, were razê Min di go bese naziya bike Hoy Nazê, Nazê, Nazê Tu bi qedrê bavê xwe bike Hoy Nazê, gerdengazê Ji êvar de li benda te me Hoy Nazê, Nazê, Nazê Şev sar e, were razê Gerden bid serfirazê Hoy Nazê, Nazê, Nazê Hoy Nazê, gerdengazê Ji êvar de li benda te me Şev sar e, were razê Hoy Nazê, Nazê, Nazê Hoy Nazê, Nazê, Nazê Hoy Nazê, gerdengazê Hoy Nazê, Nazê, Nazê Gerden bid serfirazê Ez û Nazê çûn nazdaran Hoy Nazê, Nazê, Nazê Bi hev ketin mîna caran Hoy Nazê, gerdengazê Min di go bese naziya bike Hoy Nazê, Nazê, Nazê Ji bo xatirê dost û yaran Gerden bid serfirazê Hoy Nazê, Nazê, Nazê Hoy Nazê, gerdengazê Ji êvar de li benda te me Şev sar e, were razê Hoy Nazê, Nazê, Nazê Hoy Nazê, Nazê, Nazê Hoy Nazê, gerdengazê Hoy Nazê, Nazê, Nazê Gerden bid serfirazê Hoy Nazê, Nazê, Nazê Hoy Nazê, gerdengazê Hoy Nazê, Nazê, Nazê Gerden bid serfirazê Hoy Nazê, Nazê, Nazê Hoy Nazê, gerdengazê Hoy Nazê, Nazê, Nazê Gerden bid serfirazê Lê, lê lê, lê nazlîyê Eman eman, hey nazlîyê Bejin ziravê wek tilî yê Xezala bê xwedîyê Min ji xwe re li çolê dî yê Wax delalê lê Eman eman, hey nazlîyê Lê, lê lê, lê nazlîyê Kihêla min Kurdî yê Bejin ziravê ji min re çi yê Wax delalê lê Nazê tu tê ji Diyarbekir Delal, tu yê ji Diyarbekir Eynek danî, bisk çê kir Xorta li bejnê meyze kir Te mala xorta xerab kir Wax delalê lê Nazlîyê, lê nazlîyê Eman eman, hey nazlîyê Çi li biskê û çi li kezîyê Bejin ziravê ji min re çiyê Wax delalê lê Nazê tê tu ji Mêrdînê Delal, tê yi ji Mêrdînê Glopên guliyan pê direşînê Çawa xortan dixapînê Mala xortan dişewtînê Wax delalê lê Nazlîyê, lê nazlîyê Eman eman, hey nazlîyê Çi li biskê û çi li kezîyê Bejin ziravê ji min re çiyê Wax delalê lê Nazê tê yi ji Ruha yê Delal tê yi ji Urfa yê Lawik xwest, bavê nedayê Dilê wî di Nazê de mayê Serê wî ket belayê Wax delalê lê Nazlîyê, lê nazlîyê Eman eman, hey nazlîyê Çi li biskê û çi li kezîyê Heyran deqa anî yê Wax delalê lê Lê Nazê û lê Nazê Lê Nazê, lê Nazê û Lê Nazê nazlîyê Kihêla min Kurdî yê Bi xorta re efendî yê Ji biskê rû kezî yê Xulam deqa anîyê Lê Nazê, lê Nazê Nazê, nazlîyê Koçera li berî yê Çend sala mam li hêvî yê Bejin zirav wek tilî yê Lê Nazê Diyarbeki bi derge ye Belê Nisêbînê bi dicle ye Sitilînê bi baxçe ye Qamişlokê di bin re ye Rodik sabûn û ce ye Min û Nazê dil heye Heqê xelkê çi ji me ye? Lê Nazê Nazê ... Nazê, nazlîyê Lê Nazê sebra dila Te çi digot, min di go bela Çavê te kanîya kila Sîngê te baxçê gula Jê tê dengê bulbula Em herin nav baxçê gula Li min û şerê newalê Te û şerê newalê Li min û şerê newalê Te û şerê newalê Lawik dikê hewarê Kes bi hewarê nizanê Ji bilî Nazê, lê Nazê, lê Nazê, lê Nazê Wey Nazê sebra dila Te çi digot, min di go bela Çavê te kanîya kila Sîngê te baxçê gula Jê tê dengê bulbula Em biçin nav baxçê gula Nazê, nazlîyê Çil salan mam li hêvî yê Min ji xwe re li çolê dî yê Heyran deqa anîyê W'ez ê Naza xwe bigrim Bibim qesra bişêrî yê

Bêjebêje © 2015-2024