Şivan Perwer
Kurdistan Şên Dibe
By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor
Kurdistan dayîka
Derda û xeman
Hezar salan beriya bûyîna pêxember Îsa
Gerden, kam û rûkê xwe şuşt di nav ava gul de
Bejna delal xemiland, di nava zêr û zîv de
Te hêlîn çêkir û şên hat di rojhilata navîn de
Ji bavê mar Medya hez kir, û te li ser dil de
Bi evîna salan bi hev şa bûn we tev perwaz de
Li nav baxê cîhan te reh û şax de
Eman, eman, li halê Kurdistan
Tu him derd û xem î, tu him dil û can
Oooof
Tu bû dayîkek û keliya bi ser zarokên xwe da
Di paşila xwe da xwedî kir, ji wan dest berneda
Kardox, Xaldêw, Hûrî, û Nêyrî di mala te da
Sûmer, Aşûr, Babil, Tirk û Ereb û Faris di xêr û bêra te da
Enqere, Bexda û Tehran, li hember te rabûn
Keda te înkar kirin, bi te re neyar bûn
Li ser rengê kedxwariyê, li hev nekirin
Canê Kurdistan li hev par kirin
Eman, eman, li halê Kurdistan
Tu him derd û xem î, tu him dil û can
Oooof
Ruh û canê min bo te qurban, xaka Kurdistan
Ji bîra me qet tu naçî, ta wer bib goristan
Çiya deşt û zozanên te bi hêstirên çavan
kemiland bi kirinê salan, bi xwîna şehîdan
Rabûn, rabûn, zarokên te rabûn
Bi hawar û girî û şîna te ya salan şiyar bûn
Bi ala te bixemilînin şadî û azadî
Li nav baxê cîhan bo dostî û biratî
Eman, eman, li halê Kurdistan
Tu him derd û xem î, tu him dil û can
Aaax, ax
Sal bû 1984, ew dawe hîn neqediyaye wanî
Min hîn notên vê helbestê yên dawîyê ne nivîsandine
Lew ev çîrok wanî naqede