a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Welleh Nabe

Mamê mino wanî nabe Kekê mino wanî nabe Tenê hûn tenê mayî ne Halê bi tenê pir xerab e Bawer bike wanî nabe Dilê mino wanî nabe Çavê mino wanî nabe Tenê hûn tenê mayî ne Halê bi tenê pir xerab e Bawer bikin wanî nabe Binêr dîroka Kurdistan Bi deha şoreş rawestyan Sebeba rawestandinê Belku bi tena serê xwe man Mamê mino wanî nabe Kekê mino tenê nabe Tenê hûn tenê mayî ne Halê bi tenê pir xerab e Kekê mino wanî nabe Apê mino tenê nabe Tenê hûn bi tenê mayî ne Halê bi tenê pir xerab e Heyran peymanekê çê kin Yekîtiya me tevî bi rê kin We karêkî serbilind bi Pir xizmetek mezin çê kin Mamê mino wanî nabe Kekê mino tenê nabe Tenê hûn bi tenê mayî ne Halê bi tenê pir xerab e Kekê mino wanî nabe Apê mino tenê nabe Tenê hûn bi tenê mayî ne Halê bi tenê pir xerab e Dilê mino wanî nabe Çavê mino wanî nabe Tenê hûn bi tenê mayî ne Halê bi tenê pir xerab e Bawer bikin wanî nabe

Bêjebêje © 2015-2024