Skip to main content
a photo of Şivan Perwer

Şivan Perwer

Xewna min

By: Ciwan 146.2k BB · Top Contributor

**Peyv** Gulistan: Şivan, Şivan! Şivan: Hi? Gulistan: Şiyar be, sibe bû Şivan: Off, min çi xewnek xweş dîti bû Gulistan: Te çi xewn dî!? Bi xêr bi **Stran** Wey lo, wey lo, wey lo lo Wey lê, wey lê, wey lê lê Ev çi xewek şêrîn bû Ev çi xewnek rengîn bû Mi' di xewna xwe de dî bû Kurdistan rizgar bi bû Çûm ser birca Diyarbekir Min wa li xwe meyze kir Bala xwe da mizgefta Şêx Seîd lê bi dar vekir Ew Şêx Seîdê Pîran Got keç û xortên kurdan Bi milyona Kurd hene Wê pir çê bin ser hildan Ji wir çûme Agirî Dilêm hûr hûr digirî Ji nişkavde dengek hat Ew dengê doktor Fûad Çûm Dêrsimê di çiyê da Xweş hilkişyame tê da Di bin her kevrekî da Seyid Rizokî tê da Paşê çûme ber bi jêr Rastî min hat Alîşêr Di got: Lo lo Şivano Berxê nêr ji bo nan kir Di Dêrsimê, şêr, şêr e Çi jin e, ha, çi mêr e Zêrzanî, ha zorzanî Devê tivinga morzanî Pêre çûme Mehabad Gelek kes bi pêrgêm hat Çûm bajarê Mehabad Gelek kes bi pêrgêm hat Çi şahî, çi xweşî bû! Go: Şivano tu bi xêr hat Çûm meydana Çarçira Çend hêstran got li wira Ax lê dînê dunya yê lê Qazî Mihemed bi bîram hat Ha, ha ha, ha, ha Ha ha, ha ha, ha Pêre çûme va Berzan Ew Berzanê şêr çiyan Çek û rext hildigirt milan Awirêm xwe tuj kir wek bazan Di go: biçin Kerkûk ê Bikirin şala bûkê Bikin zava Pêşmerge Li ser çayên Duhokê Pêşmerge bi zehmetê xwe Xwîna xwe rijand ji bo me Bo azadiya gelê me Xwîna xwe rijand ji bo me Ha barîk, barîk, barîk Bûk û zava li hev bimbarîk Ha barîk, barîk, barîk Bûk û Pêşmerge li hev bimbarîk Gava Şiyar bûm ji xew Ne ew rastîya me, derew Ji we pir dikim hêvî Vê xewnê bibin serî hm, hm, hm hm, hm hm hm Wey lê, wey lo, wey lo lo

Bêjebêje © 2015-2026