Şiyar Û Dijwar
Nisêbîna Rengîn im
By: Ciwan
Nisêbîna rengîn im
Azad im her dem jîn im
Li hember kedxwarîyê
Serê xwe natewînim
Di dilê hilala zêrîn
Kulîlka bês nahrîn im
Felsefa azadîyê
Ya bi goşt û hestî mim
Dergûşa mirovahîyê
Bi destên xwe min hejand
Hezar zor û zehmetî
Li dû xwe hişt min xwe gîhand
Her ketim cardin rabûm
Di her carêm xwe welidand
Weke teyrê Sîmûrgê
Ji arîyê min xwe afirand
Mihelmî Dom û Suryan im
Kurd im ez Êzidî mim
Misliman û Mesihî
Pir ol û pir çandî mim
Bi berxwedan û serhildan
Min deng da hemû cîhan
Ez im dayika şehîdan
Wan xweşmêr û wan egîdan
Bi xum xum û awaz im
Çemê Binisra ez im
Li ser Çiyayê Bagokê
Li Omerîyan deng berz im
Doh hebûm, îro he me
Her hebûm, ezê hebim
Nisêbîna rengîn im
Ew cîh û warê qedîm
Gotin û Muzîk: Kemal Yiğit