the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Strango

Çavxezal

By: Ciwan

Çavxezal çend dem e tu ji min dûr î Ma nayê bîra te ev reben bi tenê ye Di nav gulistanê de Gula min tu yî Mala min bêyî te zindana tarî ye Tu zanî hezkirin ne tenê gotin e Heskirina bê ked ji binî derew e Hewl bide ji bo evînê destê min bernede Ger ku dilê me yek be yên mayî derew in

0

Bêjebêje © 2015-2025