Temo Nasir Bedirxan
Lo Lo Pismamo
By: Ciwan
Lo lo pismamo, çima deng nakî?
Serê xwe carek bilind ranakî
Lskerê dijmin li çiyayê jor in
Weka xweşmêra, ji hev bela nakî?
Lo lo pismamo zanim xweşmêr î
Pismamê Rustem yan Êzdîn şêr î
Roja halanê roja lêdanê
Mêr û gernas î, dotmam bi gorî
(Dîsgotin)
Dotmama te me, min çav kildaye
Derefşa Kawe, bo te hildaye
Rojek lêdan e, rojek razan e
Îro lêdan e roja Kurdan e
(Dîsgotin)
Dengê min zîz e hewar û gazî
Serqot û pêxwas, birçî û tazî
Êriş e lêxe pismamo lêxe
Şerm û fehêt e îro tu razî
(Dîsgotin)
Gotin: Cegerxwîn