a photo of Xelîl Xemgîn

Xelîl Xemgîn

Hoy Çemo

By: Ciwan

Hoy çemo, çemo hoy çemo, çemên Kurdistan Tu car ji bîr nabe lo çemo, ew şerê giran Kanyên te derbûn lo çemo, ji dilê Niştiman Teniş û ava te sor bûn, bi xwîna Şehîdan Çiya û zozan di xemilîn bi rewş û çivên te Şalûr û bilbil hezdikin ji xum xuma te Gelek hozan û mamostan xwendin li ser te Eger Mihê, Ehmed, Zinar ji bîra te ne re Azadiya çax û dema wê li te vegere Cudî ji Botan re pişte, tu jî kembere Ji lewre Dêrîka Hemo bi we bawere Hemu giyane ava te, rewa û jîne Rewa dide koka çiya û dilivîne Her mîna dilê Partîzan bi ar û kîne Bi hêrs pêlan radike û dikelîne. Gotin: Hekîm Sefkan

0

Bêjebêje © 2015-2025