the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Xemoyê Hamid

Emîne

By: Ciwan

Wey wey Emîne weza gorbenî Wey torinê, weza gorbenî Qîz û bûkê vê Westanê ser me ra sekinîne Timî timî mi evdalê Xwedê lê wê dikenî De qîz û bûkê vê Westanê sekinîne Timî timî mi evdalê Xwedê wê dikenî Bira bavê di xirab xêrê wayê qe nebînin De kavilê gunda da destê min negirtin nedane Feqî Nadirê çardesalî, çaxê mi ra Destê min girtine dane kurê Xelîfê Bexdayê Malpir e yeman, gundîno lo papaxgenî De wele nayê bîle nayê, wele nayê bîle nayê Wey Emîna min xeyîdiye mal dernayê Malîno, gundîno wez ê Emînê birevînim Derxim bera şehrê vê Bexdayê Emînê dikire gazî digo Feqî Nadiro mi çi gotiye tu xeyîdiyî mi ra xebernadî Wey delalo mi çi gotiye tu xeyîdiyî mi ra xebernadî Here şerê bîne wezê rûnêm hêdî hêdî te ra de rîşa badim Wezê rûnêm te ra hêdî hêdî rîşa badim Wezê pêş xelqê va bêjim Feqî Nadiro delalê dilê mi dûrî mi here Wez te dizî va ba dilê xwa torina mala lo Şêro nadim Feqî Nadir dikire gazî digo lê Emînê, bejna te dilê mi ra wê minare Wey torinê bejna te dilê mi ra wê minare Wey malîno gundîno, wez ê dua diroza çûme serî selewat e, serî jor da hatim xwar e Wezê dua diroza çûme serî selewat e, serî jor da hatim xwar e Minê digo Emînê were ramûsanekê bide xal û xetê gerdena xwe mi kerem ke Digo Feqî Nadira, delalê dilê min dûrî mi here Kurê xelîfê Bexdayê mal da rûniştiye lo guhdar e De wele nayê bîle nayê, wele nayê bîle nayê Wey Emîna min xeyîdiye mal dernayê Malîno, gundîno wez ê Emînê birevînim Derxim bera şehrê vê Bexdayê

0

Bêjebêje © 2015-2025