Skip to main content
a photo of Yahhya

Yahhya

Betal

By: rawan 361 BB · Regular Contributor

Wê êşa min kêm bibe îja bib’ sibe Ez razêm belkî derdê dil ji bîr bibe Ev çend sal in her şev ah karê min ev e Ne birîna min sar bû ne jî bû sibe Ez bi ku de herim, li dû min siya min xem e Ez jê direvim, li pey min ew jî dibeze Ka ez ê ji kê’r bêjim her kes bi kar û bar Ez bi tenê betal im ji derda’r nobedar Dermanekî ji ku peyda kim birîna’m har Nema karim biqîrim gazî û hewar hewar Wê rojê serê sibê min xewna te dî Ba porê te dida alî çavê te bi girî Kê şikandibû dilê te kîjan bêxwedî Kurmê darê ji darê ye li vê dinya genî Ez bi ku de herim, li dû min siya min xem e Ez jê direvim, li pey min ew jî dibeze Ka ez ê ji kê’r bêjim her kes bi kar û bar Ez bi tenê betal im ji derda’r nobedar Dermanekî ji ku peyda kim birîna’m har Nema karim biqîrim gazî û hewar hewar

Bêjebêje © 2015-2026