Skip to main content
a photo of Yahhya

Yahhya

Bûka zaroka

By: rawan 361 BB · Regular Contributor

Rûniştiye li ber derî li derdora xwe dinerî Şeh kirine porê zirav kitan pê dane serî Fîstan li bejnê nayê pîra jê’r por hûnayê Bazin ji zenda’r mezin e xwesî jê bi gazin e Lê lê ez miriyê te me, tu bigrî ji mi’r şerm e Qurbana kenê te me, ax ez miriyê te me Dîs’ bê bin vî zinarî dîs’ bibînim yek carî Li ser dika xerîba rabe ji kêlek neyar î Ew çav ne ê kila ye zêr li gerdenê nayê Hinna bûka li te nayê tu hîn bûka zaroka ye Lê lê ez miriyê te me, tu bigrî ji mi’r şerm e Qurbana kenê te me, ax ez miriyê te me Li ser çem dişo kulava por ketiye nav çava Ji tirsa neyar newêre vedişêre hêsirê çava Lîsk di dil de nemaye xem û xwezî w çima ye Di nav zêr da xuya dike ew morîka min dayê Lê lê ez miriyê te me, tu bigrî ji mi’r şerm e Qurbana kenê te me, ax ez miriyê te me

Bêjebêje © 2015-2026