Yahhya
Kezebreşî
By: rawan 361 BB · Regular Contributor
Te ti car min fam nekir, min jî dilê te şa nekir
Ro bi ro em ji hev dûr dikevin, nema dirêse ev tevin
Êdî em li hevdu rûnên, dermanekî ji xwe’r peyda kin
Ez bêjim tu guhdar bik’, paşî tu çi bêje ez deng nakim
Divêm dûr kevim ji dinyê, ez nefikirim tiştkî dinê
Ne mal û ne jî pere, gelo bi roj e yan bi şev e
Wext bi xwe re derbas kim, kê bibînim nas nekim
Şûşak araqê vekim, l’Ciwan Haco guhdar bikim
Were em li hevdu rûnên, dermanekî ji xwe’r ava kin
Ez bêjim tu guhdar bik’, paşî tu çi bêje ez deng nakim
Gelo em navberkê bidin, bîskê em bêhna xwe vedin
Me kezeba hev reş kir û fikrê me ne wek hev in
Erê tu rast e ez şaş im, tu çê ye ez nebaş im
De baş li xwe binêre, riya min dûr e û serkaş e