Skip to main content
a photo of Yahhya

Yahhya

Mêvan

By: rawan 361 BB · Regular Contributor

Yar (ko) ne mêvanê te bî ma tê bi mizgînê çi kî Dayê (ko) ne rêzanê te bî ma tê bi dorbînê çi kî Yar (wek) kevoka xweş kedî serbest (û) bê şerm û fedî Xwe li pencera eşqê nedî ma tê bi wê dînê çi kî Carek li cem te rûnenê şeker nexe nav wî kenî Bê gorî û bê ez benî ma tê bi şêrînê çi kî Hetta di eşqê wer nebî dil wek biyokê zer nebî Wek Mem evîn perwer nebî ma tê bi wê Zînê çi kî Ta wek Cegerxwîn dîn nebî evîn di dil de şîn nebî Tahlî bi te şêrîn nebî ma tê bi zanînê çi kî

Bêjebêje © 2015-2026