Yahhya
Piştî te
By: rawan 361 BB · Regular Contributor
Çend ta porê te weşiyane li ser merşê
Dewsa wan lêvên qermiçî li qedehê
Bêhna dêmên te ketiye balîfê
Belawela ye hundir wek te hiştiye
Li benda te me zû vegere
Derî vekim ez ji te re
Were reşê dereng nexê
Bi tenê me dil ditirsê
Ma tu çû keçê li min rûreşê
Ez ê bi tenê çi bikim li hewşê
Neçe keçê yan jî neçê
Ji herduyan yek ê bibê
Cixarê vemirandî xwelîdank tije
Şûşa xemra dawî min vekir piştî te
Min rîhan av nedan ku tu hat av bide
Perda bide alî tu rojê di hundir xe
Ka tu li ku ma ev rik çima
Dûr be ji me ma ez bi tenê mam
Were lê lê bisk bi têlê
Hêla çepê te diqêrê
Rîhan bê av hundir bê tav
Ez masiyê ji avê derê
Were lê lê yan jî werê
Ji her çaran te kîjan bivê