Yahhya
Reşik
By: rawan 361 BB · Regular Contributor
Ji dûr ve ez xuya dikim bê mirûz û reşik
Ji nêz de tu nas bike tê ji min hez bik
Birînên min qalik girtin hatin qeşartin
Hin ji wan gelkî kûr in nayên veşartin
Ez hatim ji dûr gur li dû bi zûr
Pişt bi xencer û şûr
Min hilda jiyan da ser piyan
Min nefirot giyan
Wer pêşwazîya min, geş bik jîna min
Barê min hêvî, bi min û te bi nêvî
Wer tengala min, bib heval a min
Bi roj û bi şev, em hez bikin ji hev
Li dilekî safî digerim
Ku çend tişta bêjim
Gotinên min hebkî tûj in
lê ez rast dibêjim
Ava çema yî dike xuşîn
Tu jê netirse
Dûr be ji cîye xalî û bêdeng
Tê zû bifetise
Wer hinda min bibe rinda min
pişk û para min
Dest dirêj ke min hembêz ke
Tu şepala min
Li dil bive mêvan, mêvanek giran
Zû zû ji min neçe mazûban bi qurban
Wek cotek kevok em per bixin nav per
Em hevdu bernadin ti car nabin fer
Wer pêşwaziya min, geş bik jîna min
Barê min hêvî, bi min û te bi nêvî
Wer tengala min, bib heval a min
Bi roj û bi şev, em hez bikin ji hev
Wer pêşwziya min, geş bik jîna min
Barê min hêvî, bi min û te bi nêvî
Wer tengala min, bib hevala min
Bi roj û bi şev, em hez bikin ji hev
Hez bikin ji hev
Em hez bikin ji hev.