Yahhya
Talde
By: rawan 361 BB · Regular Contributor
Şip şip şip şip şip dibarin dilopên baranê
Hevdîtina min û yarê îşev li paşiya xanî
Gup gup gup gup gup davê dilê min ji kelecanê
Yan jî ji tirsa bavê wê ku min zeft bike li vê meydanê
De zû yarê were balê, bi destê’m bigre bibe taldê
Ez şil bûme ji min ke çeka, tu jî ji jor da vek’ bişkoka
Ez heyranê sîng bostanê, hinek fêkî bid’ vî birçî
Bê fen û fût tazî û rût, bikin sibe em bi hev re
Tep tep tep tep tep tep tep wa tê dengê pêlavê
Ev meşa yara min e ez nas dikim ji sed gavî
Çi çi çi çi çi çi çi xweş difûre bêhna wê
Kezeba xwe mişt bikim ji bêhna gerdena yarê
Şip şip şip şip şip dibarin dilopên baranê
Hevdîtina min û yarê îşev li paşiya xanî
Gup gup gup gup gup davê dilê min ji kelecanê
Yan jî ji tirsa bavê wê ku min zeft bike li vê meydanê