the bejebeje logo used as a placeholder because the artist has no photo

Yunus Dişkaya

Lawikê Min Çû

By: Ciwan

Lawikê min çû, bû xwendekar Ber bi gundê me nayê Yara xwe hişt, çara xwe hişt Ji Bîr kir sozê dinyayê Şeherlûkê tîtik-mîtik Qey muhbeta wî kirî Dilê lawikê min bû kevir Çerxa min çep zivirî Ez çi bikim bêjna bilind Xirxê xwe yî rengî-rengî Gava lawikê min î ezîz Ser şeherlûyê bû bengî.. Hergê bêjim: ''Were, lawik Ez xezala serê çiya.'' Ax wê bêje: '' Şeherlûya min Kew-gozela nav baxça.'' Hergê bêjim: ''Were, lawik Ez sosin im, gula reng.'' Ax wê bêje:'' Barişna mim Hewirmişa al-fireng''.. Wekî bêjim: ''Ez ê te re Çêkim berr û xalîçe'' Wê bê: ''Dosta min dizane Nexş-nîgarê şah, padişa'' Min rebenê, hergê bêjim: ''Ez xanimeke cindî'' Heqî-heqîya wê bê: ''Dostê profesor û xwendî...'' Na gidîno, qesem-qirar Xwendikarî bûye dem Ez ê hildim qey xatira Defter, kaxez û qelem.. Helbest: Fêrîkê Ûsiv

0

Bêjebêje © 2015-2025